Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di mîtînga Wanê de bertekên tund nîşanî Serokwezîrê Tirk Erdogan da û wiha got: "Li Wanê hin astengî hene. Lê li Amedê li her kolan û kuçeyê polîs, leşker, cendirme û hêzên çevîk hene. Li hemû Kurdistanê kurd ji bo daxwazên xwe yên demokratîk bixwazin daketine kolanan, li hemberî van daxwazên demokradîk bi tanq, top û polîsan êrîşî mafê demokratîk dike. Yê demokrat tu, yên terorîst em in ne wisa? Ger ku tu bixwazî bizanî terorîst kî ye li Amedê û polîsên xwe binêre."
Li Garaja Şaredariya Wanê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş mîtîngek mezin hate lidarxistin. Karwana Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş, Parlementerên BDP'ê Pervîn Buldan, Halîl Aksoy, Sirri Sakik, Nazmî Gur, li tenişta Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi karwaneke mezin hate pêşwazîkirin. Demîrtaş û heyeta BDP'ê ji aliyê Wekîlê Şaredarê Wanê Sabri Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Şaredarê Eganisê Veysel Keser û hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Polîsan dema karwanê BDP'ê derbas bû li kolan û kuçeyan bi çekên giran û maşîneyên zirxî tedbîrên mezin girtin.
Piştî Karwana BDP'ê gihişt qada mîtîngê ji 4 aliyên qadê ve mirov herikî qada mitîngê. Li qada mi tîngê pankarta "Bêdengiya li hemberî mirina girtîgehê sûcê mirovahiyê ye", "Li Girtîgehê mirov dimirin hûn di ferqê dene" û "Li hundir 10 hezar û li derve bi 100 hezar di grevê de ne" û "Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin" hatin vekirin. Bi hezaran kesên li qada mîtîngê kom bû sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û alên kesk, sor û zer rakirin. Girseyê li qada posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Dîsa li afîşan nivîsên "HPG", "KCK" û "Apo" nivisandin.
PEYAMA PARLEMENTERÊN GIRTÎ HATE XWENDIN
Girseyê di destpêka mîtîngê de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt û piştre "Çerxa Şoreşe" xwendin. Piştî srûdê wekîlan 10 hezar kes silav dikirin. Parlamenterê BDP'a Wanê Nazmî Gur, silavên wekîlên girtî yên Girtîgeha Tîpa D a Amedê Kemal Aktaş ji gelê Wanê re pêşkêş kir. Gur pişt re slavên Wekîlên li Amedê di greva birçîbûnê de ne pêşkêş kir.
DEMÎRTAŞ: BI HEZARAN KURD LI DIJÎ HIŞMENDIYA FAŞÎZMÊ LI KOLANA NIN
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, piştî ku peyam hatin xwendin dest bi axaftinê kir. Demîrtaş, helwesta polîtîkayên AKP'ê û Erdogan şermezar kir û wiha got: "Girtî 67 rojin di grevê de ne. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li dijî hişmendiya faşîzmê bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo hezkirina xwe ya li hemberî gel bînin ziman û mafê xwe yên demokratîk bixwazin bedena xwe dan ber mirinê. Ev daxwaz li her dera cîhanê tê dîtin. Lê hikûmet û Serokwezîr naxwaze van daxwazên kurdan bibîne. Dewlet makeqanûnê xwe îhlal dike û hevdîtina parêzeran a bi Birêz Ocalan re asteng dike. Li diji hişmendiya Serokwezîr 67 rojin ciwanên kurd bi peqrewanî bedena xwe dane ber mirinê. Kes li hemberî tercîdê ne bêdeng e. Serokwezîr Erdogan li hemberî hemû cîhanê sûcê mirovahiyê dike û vî sûcî berdewam dike.
'ERDOGAN LI ŞÛNA HURMETÊ NÎŞAN BIDE ÊRÎŞ DIKE'
Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de helwesta Serokwezîr Erdogan jî şermezar kir û wiha got: "Em bang li Serokwezîr Erdogan ê ku neheqiyê li parlementerê me yên li KCD'ê ketine grevê dike, û dibêjin Wekî hêştirmeyê serê xwe nexe nava xîzê. Hineki li dora xwe binêre û bibîne. Li şûna ku Erdogan hurmetê nîşan bide neheqiyê dike. Em dîsa hişyar dikin û dibêjin di dîrokê de ji hekû kesên zilmê dikin û serdestiyê dikin di nava rûpelên dîrokê de winda bûne. Em ji koma AKP'ê re pêşniyarên 'Ger hûn ji karê kesên din ne kêfxewşin wê demê li kar û barê wan binerin û fêrî berxwedanê bibin. Di cîhanê de tu netew û gel bi qasî gelê kurd bi rêxistin û bi hêz tune. Gelê kurd ji bo hemû gelê cihanê bûye mînak. We li ser navê doza KCK'ê bi 10 hezaran siyasetmedarên kurd avêtin zindanan. Hûn bi avêtina zindanê nikarin wan ji maf û doza wan dûr bixin. Ji wan re gotin 'Nikarin ji Birêz Ocalan re azadiyê bixwazin' û êrîşî mafê wan kirin. Ji bîr kirin ku kesên li derve şoreşger bin li hundir jî şoreşger in. Wer bawer kirin ku dema siyasetmedarên kurd bavêjin zindanê dê teslîmî pergala AKP'ê bibin. Lê xwe xapandin.
Demîrtaş, helwesta Erdogan a "Şowê dikin" jî rexne kirin û wiha berdewam kir: "Guh bedin daxuyaniyên Erdogan. Gelê kurd êdî ji hemû gelê cîhanê re îsbat kiriye ku berxwedana zindanan dewir girtiye û daxistiye kolanan. Êdî berxwedana li zindanan li kolanan jî belav dibe û mezin dibe. Îro û sibê saetên pir krîtik in. Çalakiyên ku em di nava 48 saetan de pêş bixin dê qedera çalakiya 67 rojan diyar bike. Ji bo li zindanan mirin çênebe çi ji destê me hat me kir. Em hêvî û bawer dikin ku li zindanan mirin çênebin û geşedanên baş pêş bikevin. Erdogan hevdîtinên li Îmraliyê wekî gefan dibîne. Lê li Amedê binerin. Leşker, polîs cendirme tev daketine kolanan. Gelê Kurd li Kurdistanê ji bo mafê xwe yê demokratîk li kolanan e, polîs û leşker jî ji bo êrîş bikin li kolanan e. Ger ku Erdogan bixwaze terorîsmê bibîne bila li Amedê li polîsên xwe binere. Dema polîsên bi tanq, top û maşîneyên zirxî daketiye kolanan bibîne dê bizanibe kî terorîst e."