Li Wan û Artemêtê teqîn
Hate ragihandin ku li Taxa Şehîd Firat a girêdayî navçeya Artemêt a Wanê dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya polîsan de teqînê rû da.
Hate ragihandin ku li Taxa Şehîd Firat a girêdayî navçeya Artemêt a Wanê dema derbasbûyina wesayîta zirxî ya polîsan de teqînê rû da.
Tê diyarkirin ku piştî teqînê li taxa ku dengê çekan bilind bû, şer dewam dike.
LI TAXA XAÇORTÊ 4 TEQÎNÊN CUDA
Her wiha li Taxa Xaçort a Wanê 4 teqînên cuda pêk hatin.
Li Taxa Xaçortê ya navçeya Îpekyolû ya Wanê li 4 cihên cuda teqîn çêbûn. Piştî teqînê dengê çekan hate bihîstin, li ser taxê helîkopter digere.