Li Tirba Suleyman Şah operasyona hevpar
Artêşa Tirk ji Konseya Parastinê ya Kantona Kobanê destûr stend, bi awayekî fermî derbasî nava xaka Kobanê bû û bi hêzên YPG'ê re li Tirba Silêman Şah operasyoneke hevpar lidar xist.

Duh bi şev, hêzên Parastina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk YPG û artêşa Tirk, ji bo rizgarkirina leşkerên Tirk ên ewlekariya Tirba Silêman Şah û 3 goristanan dikin, operasyoneke hevpar lidar xistin. Ev operasyona ku ji aliyê çavkaniyên nêzî YPG'ê ve hat piştrastkirin, duh êvarê saet di 21:00 de pêk hat û hat ragihandin ku leşker bi awayekî serketî hatine rizgarkirin.
Çavkaniyên nêzî YPG'ê dan xuyakirin, ku ji duh bi şev û vir ve şebekeyên telefonê yên Tirk girtî ne.
Tê payîn ku der barê detayên operasyonê de YPG di saetên pêş de daxuyaniyekê bide.