Li Tilwedê teqîn: 3 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li nêzî bajarokê Tilwerdê yê girêdayî Kerkûkê ji ber mayîna hatiye çandin teqiya, 3 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Li nêzî bajarokê Tilwerdê yê girêdayî Kerkûkê ji ber mayîna hatiye çandin teqiya, 3 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Li nêzî bajarokê Tilwerdê yê girêdayî Kerkûkê ji ber mayîna hatiye çandin teqiya, 3 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Hate hînbûn ku peşmerge Îbrahîm Alî, Osman Mihemed û Xalîl ê paşnavê wî nehat zanîn in. Bi xwe li ser nifûsa Seyîdsadiq a bajarê Silêmanî ne.
GERÎLA Û PEŞMERGEYAN BI HEV RE RIZGAR KIRIBÛN
Li herêma ku wek eniya başûr tê binavkirin û qada bajarokê Tilwerdê ya girêdayî navenda bajarê Kerkûkê wek ‘xeta parastina qedemeya duyemîn’ tê binavkirin. Qadên Tilwerdê û Meyrembegê sala par meha sibatê ji aliyê gerîla û peşmergeyan ve bi operasyonek hevpar ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin. Mayina ku îro teqiya û bû sedema canê 3 peşmergeyan jî hate hînbûn ku dema qad ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibû dagirkirin hatiye çandin.
Herêma ku di bin kontrola hevpar a gerîla û peşmergeyan de ye, ji ber di bin xeteriya çeteyên DAIŞ’ê de ye û çeteyan gelek mayinên reş li herêmê bi cih kirine, ji ketine sivîlan re qedexe ye û di çarçoveya ‘qada leşkerî’ tê bidestgirtin.