Cîgirê serokê AKP'ê yê Şirnexê Ali Kilinç bi êrîşeke çekdarî hat kuştin. Piştî kuştina wî polîsan li hemberî avahiya BDP'ê û gelek malên din operasyona binçavkirinê da destpêkirin. Di serdagirtinan de tevî rêveberê BDP'ê yê Navçeya Navendî yê Şirnexê û Ahmet Ayan, hesabgirê BDP'ê Resul Ertaş 20 kes hatin binçavkirin.
Piştî Cîgirê Serokê AKP'ê yê Şirnexê Alî Kilinç ji hêla kesên nasnameyên van nediyar ve hate kuştin, lêkolîna ku der berê kuştina wî de hatî destpêkirin didome. Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di çarçoveya lêpirsinê de gelek kes binçav kir. Di serdegirtina avahiya BDP'ê de kesek nehat binçavkirin. Dayik, xwişk, hevser û 2 zarokên rêveberên BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Şirnexê Ahmet Ayhan jî hatin binçavkirin.
Dîsa di çarçoveya operasyonên de gelek endamên malbata Resul Ertaş jî hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Şirnexê Uzeyîr Kilin bal kişand ser operasyonan û da zanîn ku eleqeya van vî bûyerê nîne. Kilin, anî ziman ku pêkanin provekeye û dixwazin xebatkarên BDP'ê bê hêz bikin. Di kontrol rê ya ku ji hêla Qerekola Cendermeyan a Botaşê ve tê kirin de rêveberê BDP'a Silopiyê Mehmet Mîrmehmet jî hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Mîrmehmedê nehat zanîn.