Li Şirnexê di demjimêrên şevê de kesê bi navê Alî Kilinç dema ku ji mala xwe der diket, ji aliyê kesekî nasnameya wî nehat zanîn ve bi demanceyê hate kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, kesê binavê Alî Kilinç yê di erkê Alîkariya Serokatiya AKP’a Navenda Navçeyê dikir, dema di demjimêrên şevê de ji mala xwe derdiket, ji aliyê kesekî ku hêjan nasnameya wî nehatî zanîn ve bi demanceyê hate kuştin. Cenazeyê Kilinç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, polîsan ji bo êrîşkar bigirin li navenda bajar operasyon da destpê kirin.