Di encama operasyona li sêgoşeya Amed-Mûş-Çewlikê hat destpêkirin de di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de pevçûn qewimî. Di encamê de herî kêm du cerdevan û berbazek Tirk birîndar bûn.
Li gor agahiyên, li herêma Şenyayla ya dikeve sêgoşeya Amed-Mûş-Çewlikê di encama operasyona artêşa Tirk de di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de pevçûnek qewimî û di encamê de herî kêm 2 cerdevan û berbazek Tirk birîndar bûn. Birîndaran bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê û operasyon berdewam dike.