Li herêma bejahî ya Zozanên Xepiştî ya bajarok Rûbarok a Şemzînanê di navbera gerîlayên HPGê û leşkerên Tirk de pevçûnek qewimî. Di encamê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn. Hat angaştin ku gerîlayan helîkopterek xistine.
Li herêma Zozana Xepîştî ya li nêzî gundê Bêsosin ê girêdayî bajaroka Rubarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera leşker û gerîlayan de pevçûn qewimîn û hate îdîakirin ku helîkoptera leşkerên yekîne dibin herêma pevçûnê ji aliyê gerîlayan ve ve hate xistin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku li herêmê dukel bilind dibin.
Hate zanîn di pevçûnê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin û 15 birîndar bûne.
Pevçûnên li herêmê berdewam dikin.