Li bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê pevçûn derket. Di pevçûnê de welatiyê sivîl yê di avadaniya qereqola leşkeriyê de dixebitî mir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket. Di pevçûnê de welatiyê sivîl yê di avadaniya qereqola leşkeriyê de dixebitî mir. 3 kes jî birîndar bûn. Cenazeyê karkerê hatî kuştin şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Birîndar jî derman kirin. Piştî pevçûnê li herêmê operasyonek mezin hate destpê kirin.