Li navçeya Şemzînana Colemêrgê duh bi dirêjahiya şevê polîsên AKP’ê wesayîtên dikevin navçeyê û jê derdikevin rawestandin û kontrol kirin.
Duh di demjimêrên şevê de polîsên girêdayî Miduriyeta Polîsan ya Navçeya Şemzînanê, li ser rêya Cûmhûriyetê ya nêzî Banka Zîraatê wesayît rawestandin û di lêgerînê de derbazkirin. Hemû wesayîtên di ketin navçeyê û jê der diketin hatin rawestandin û lêgerîn, her wiha di dema lêgerînê de jî çiyayê Goman yê jorî navçeyê jî dihat bombebaran kirin.