Li Şemzînanê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Şemzînanê 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê roja 8’ê mijdarê 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 8’ê Mijdarê li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Xapûştê bi tevlêbûna bi hezaran leşkerî ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

HPG-NÇR’ê got; “Li gor agahiyên nû yên ketine destê me di 9’ê Cotmehê de li herêma Xapûştê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştiyên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 3 rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê.

Nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

-Abduvahap Bozdemîr, bi nasnavê Egîd Qoser, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye

-Sabah Dayan, bi nasnavê Dilgeş Botan, li Colemêrgê ji dayik bûye

-Semîra Caferî, Destan Bêrîtan, cihê jidayikbûnê: Kelareş