Li Teroyan 16 kes hatin binçavkirin

Çeteyên Qesrê di êrîşê xwe ya li hember piştgirî û berxwedêrên Teroyan de 16 kes xistin bin çavan.

Çeteyên Qesrê di êrîşê xwe ya li hember piştgirî û berxwedêrên Teroyan de 16 kes xistin bin çavan.

Hat diyarkirin ku di êrîşên polîs û jendermeyan a li hember girseya li dijî avakirina kampa li herêma Teroyan a girêdayî navçeya Dûlkadîroglû ya navenda Gurgumê de 16 kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatin binçavkirin de endama HDP’ê Pinar Aydinlar, berdevkê Platforma Jiyana Gurgumê Done Goksûngûr, Tulay Sarikabadayi, Erhan Aydin, Songul Tuzîn, Zeynep Yildiz, Bîrgûn Kara û Tahîr Ortac û navê 8 kesên ku nehatin zanîn hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku kesên hatine binçavkirin birine Qereqola Jendermeyan a Navçeya Dûlkadîroglû û li qereqolê îfadeya wan digirin.