'Li Terolarê dem dema lidarxistina çalakiyên radîkal e'
Avşîn got, "Di çalakiya li Artvînê de çawa ku gel û jinan heta dawiyê li ber xwe dan, li Terolarê jî dikare heman tişt bê kirin."
Avşîn got, "Di çalakiya li Artvînê de çawa ku gel û jinan heta dawiyê li ber xwe dan, li Terolarê jî dikare heman tişt bê kirin."
Endama Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Delal Avşîn got, "Di çalakiya li Artvînê de çawa ku gel û jinan heta dawiyê li ber xwe dan, li Terolarê jî dikare heman tişt bê kirin."
Endama Komîteya Bawerî û Gelan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Delal Avşîn berxwedana civaka Elewiyan a 38 roj in li gundê Terolarê dewam ji ANF'ê re nirxand.
Avşîn bibîr xist, ku di komkujiya Mereşê de ji pêvajoya hiqûqê ti encam bi dest neket û destnîşan kir, ku divê li Terolarê jî kes li benda pêvajoya hiqûqî nesekine û heta encamgirtinê çalakiyên radîkal lidar bixin.
Avşîn di destpêka axaftina xwe de gelê ku ev 38 roj in li gundê Terolarê li ber xwe dide silav kir. Avşîn da xuyakirin, ku ji ber komkujiya Mereşê gelê li vê herêmê dijî ji dewletê bawer nake û got, "Heta ku şopên vê komkujiyê ji holê neyên rakirin, heta ku destûr ji gel neyê girtin, çêkirina kampeke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye."
'DIVÊ GELÊ ME BERXWEDANA XWE YA MAFDAR HETA DAWIYÊ BIDOMÎNE'
Delal Avşîn bal kişand ser armanca AKP'ê ya di çêkirina kampê de û got, "Em hemû dizanin û dişopînin, ku li kampên dewlet çêdike karê peydakirin û perwerdekirina komên mîna DAIŞ'ê tên meşandin. Ev yek jî bixwaze nexwaze gelê li herêmê dixe nava tirs û fikaran. Gelekî ewçend komkujî bi serî hatiye, ji ber baweriya xwe ya Elewî mafên xwe hatiye binpêkirin û hatiye asîmîlekirin, bêguman çêkirina kampeke bi vî rengî nikare qebûl bike. Li ser vê bingehê pêkhatina çalakiyên li gundê Terolarê rast e, di cih de ye."
Avşîn da xuyakirin, ku li şûna çalakiya rûniştinê ya 38 roj in tê lidarxistin, girîng e çalakiyên cuda êdî bên lidarxistin û ev nirxandin kir: "Ji gelek deveran destekê dibînin. Bi taybetî ji Ewropayê destek tê. Ji ber ku civaka Elewî ya piştî komkujiya Mereşê berê xwe dane welêt, nikarin çêkirina kampeke bi vî rengî qebûl bikin. Desteka temamiya civaka Elewiyan gelekî girîng e. Heta astekê çalakî tên lidarxistin. Bi panel, semîneran der barê vê berxwedanê de agahî tên dayîn. Gelê Terolarê bi dirûşma 'Em vê kampê naxwazin' her roj çalakiya nobedê lidar dixe û hewl dide bi rêya çapemeniyê dengê xwe bide bihîstin. Lê belê dewlet bi ti awayî dengê gel nabihîze yan jî karê çêkirina kampê nasekinîne. Ev yek jî nîşan dide, ku berxwedana heta roja îro hatiye nîşandan çiqasî hêja û watedar jî be, têrê nake. Di nava Elewiyan de taybetmendiyeke bi vî rengî heye; 'bêyî xera bikin, bişikînin, bixeyidîne, em pirsgirêkê çareser bikin'. Ev taybetmendiyeke bedew e, lê belê eger hêza li pêşberî te xwe nade ber vê yekê û di ya xwe de israr dike, wê demê divê çalakiyên hîn radîkal bên lidarxistin."
GIRÎNGIYA ÇALAKIYA 7'Ê GULANÊ
Avşîn bal kişand ser girîngiya mîtînga 7'ê Gulanê û got, "Eger pêwîstî pê hebe divê mirov xwe bigihînin heta cihê kampê. Heta karê çêkirina kampê were sekinandin li wir dikare çalakiya rûniştinê were lidarxisitn. Me di çalakiyên li Derya Reş de dîtin. Em çalakiya li Artvînê dizanin. çawa ku gel û jinan heta serketinê li ber xwe da, li Terolarê jî heman tişt dikare were kirin. Xuya ye eger hinekî din israr bê kirin, dikare serketin bê bidestxistin. Li Terolarê dem dema lidarxistina çalakiyên radîkal e. Ji ber ku karê çêkirina kampê bênavber dewam dike. Eger hin tişt ji destpêkê ve neyên astengkirin, dijderketina piştre dibe ku hinekî dereng be. Mesela ev 38 roj in çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Tevî vê yekê hewl tê dayîn ji aliyê hiqûqî ve hin encam were bidestxistin. Lê belê ji vî alî ve jî tiştek bi dest neket. Di warê hiqûqî de dixwazim vê yekê bêjim: Eger pirsgirêkên me ji aliyê hiqûqî ve hatibûna çareserkirin wê baş bûya. Ya rast, eger hiqûq bi rengekî rast bixebitiya, deng, îsyana gel wê bihata bihîstin. Lê belê me rastiya hiqûqê li Mereşê dîtin. Di komkujiya Mereşê de hiqûqê çiqasî rola xwe lîst? Yê neheqî li wan hat kirin, Elewî bûn. Yên qetil kirin, nehatin eşkerekirin. Xuya ye tiştekî em bi hiqûqê çareser bikin nîne. Li bendemayîna çareseriyeke hiqûqî, tiştekî derengmayî ye. Lewma divê hemû Elewî û her kesên demokrat di 7'ê Gulanê de bi rengekî girseyî hêza gel nîşan bidin. Radîkaliya çalakiyê di heman demê de wê asta serketinê jî destnîşan bike. Ji vir û pê ve divê rêbaza çalakiyê were guhertin. Hişyarbûn, hay jê heyîn êdî têrê nake. Pêwîstî bi rêbazeke çalakiyan a karibe vî karê çêkirina kampê bide sekinandin heye."