Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê dengê çekan bilind dibe

Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê dengê çekan bilind dibe.

Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê di navbera hêzên YPG’ê û Rejîmê de alozî derketin û ji herêmê dengê çekan bilind dibin.

Hat ragihandin ku li aliyê din hêzên rejîmê hinek deverên ku di bin kontrola çeteyên SÛK’ê de xistin destê xwe, xwestin ber bi Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ve bikevin rê, YPG’ê li hember vê yekê tedbîrên xwe digirin.

Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê yên ku nêzîkî Taxa Şêx Meqsûd bûn, xwestin ku bikevin taxê. Li ser vê yekê hêzên YPG û YPJ’ê tedbîrên xwe yên li taxê zêde kirin. Aloziya li herêmê hê jî didome.