Li Stewrê hevserokê DBP’yî hat girtin

Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Mehmet Salih Fîlîz dema diçûn Taxa Ewêna ya Stewrê li ber Qereqola Jendermeyan bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Salih Fîlîz bi jineke ku navê wê nehat zanîn duh êvarî dema diçûn Taxa Ewêna wesayîta wan li ber Qereqola Jendermeyan hat rawestandin û hatin binçavkirin. Fîlîz ê DBP'yî û jina navê wê nehat zanîn piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin girtin.

Fîlîz li dadgehê bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî Tîpa E ya Mêrdînê. Jina navê wê nehat zanîn jî serbest hat berdan.