Li Şirnexê tîmekî din ê taybet ê Tirk hat kuştin
Li Şirnexê, şer û bomberdûman bênavber dewam dike. Yek ji tîmên taybet ên di şerê li Şirnexê de birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.
Li Şirnexê, şer û bomberdûman bênavber dewam dike. Yek ji tîmên taybet ên di şerê li Şirnexê de birîndar bû, li nexweşxaneyê mir.
Li Şirnexê, êrîşên çeteyên Qesrê û berxwedana şervanên YPS û YPS Jinê di roja 49. de didome. PiştÎ şerê duh, li hemberî taxa Gazîpaşayê topbaraneke giran destpê kir. taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî, Bahçelîevlerê jî duh tevahiya şevê bênavber bi tank û obusan hatin bombekirin.
Di bomberdûmanê de lazer jî tê bikaranîn. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ketin û hin avahî hilweşiyan. Hêzên dewleta Tirk ên dixwazin yek bi yek hemû xaniyan xera bikin, bomberdûmanê bi dijwarî didomînin.
Li derdora taxên Îsmetpaşa, Yenî û Bahçelîevlerê şerekî dijwar diqewime. Ji duh bi şev û vir ve gelek ambûlans sewqî van herêman hatin kirin. Ambûlansên ji herêmên şer vegeriyan, berê xwe dan 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor.
Li herêma bejahî jî tevgereke zêde ya helîkopter û balafirên keşfê yên bêmirov hene.
Li aliyê din, di şerê li taxa Gazîpaşayê yê duh de, tîmekî taybet mir, gelek tîmên taybet jî birîndar bûbûn. Yek ji tîmên taybet ên rakirin nexweşxaneya leşkerî ya li 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor, mir.