Li Şirnexê sewqiyata tank û panzeran

Li Şirnexê şerên giran dewam dikin, gelek tank û panzer sewqî bajêr hatin kirin.

Li Şirnexê şerên giran dewam dikin, gelek tank û panzer sewqî bajêr hatin kirin.

Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê 46 roj in dewam dikin, şerên dijwar didomin. Bi wesayîtên zirxî yên taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Aydinlikevler, Yenî û Bahçelîevler dorpêç kirine, tax bênavber têne gulebarandin.

Dîsa di navbera hêzên dewleta Tirk ên hewl didin bikevin qadên xwerêveberiyê û endamên YPS/YPS-JIN’ê de şerên giran pêk tên. Hate dîtin ku li Taxa Cûmhûriyet a 2 roj in şer lê giran in, di gelek malan de şewat derketin.

Her wiha sewqiyata leşkerî jî didome. Danê êvarî gelek tank û panzer bi TIR’an anîn û birin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.