Li Şirnexê şerên dijwar diqewimin

Şerê ku li tevahiya bajarê Şirnexê diqewimin, li Taxa Îsmetpaşayê dijwartir bûne.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 49’emîn de li gelek nuqteyan bi dijwarî didome. Bomberdûmana bi tank, top, obus û çekên giran a li hember bajêr berdewam dike. li Taxên Îsmepaşa, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Bahçelîever û Yenî şerên dijwar pêk tên. Li Taxa Îsmetpaşa ya ku ve 40 roj in şer û bomberdûman têne jiyîn, panzer û çekên giran ên li jorê taxê hatine bicihkirin bê navber guleyan direşînin.

Li ser bersivdayinên şervanên YPS û YPS-JIN’ê şerên giran diqewimin. Çeteyên Qesrê bi çekên giran yên ku li ser avahiyên bilind bi cih kirine bênavber taxan didin ber guleyan. Şerên dijwar li Taxa Bahçelîevlerê jî pêk tên û di heman demê de tax tê bombekirin. Hate dîtin ku ji ber bomberdûmana bi tank, top û obusan ji gelek avahiyên taxê dûman bilind dibin. Li gelek nuqteyên bajêr şerên dijwar diqewimin.

Li aliyê din hilweşandin çeteyên Qesrê ya avahiyan jî dewam dike. Gelek mal, kargeh, nexweşxane, mizgeft û sazî bi îdaya ku “Bombe li nav hatine bi cih kirin” ji aliyê çeteyên Qesrê ve têne teqandin. Li aliyê din çeteyên Qesrê bomberdûmana li hember mizgeftan jî didomin. Avahiyên ku çeteyên Qesrê bi bombeyan hildiweşînin bi servîskirina dîmenên li ser torên civakî yên Ajansa Anadolûyê (AA) ve hewl didin bixin stûyê hêzên YPS’ê. Dixwazin bi van dîmenan kiryarên çeteyên Qesrê binixumînin.

Di rojên bihurî de tîmên taybet dîsa bi teqemeniyan avahiya Midûriyeta Tendirûstiyê a bajarê Şirnex û Nexweşxaneya Dev û Diran a Nûrûllah Kadirhan hilweşandin û bi dîmena Ajansa Anadolûyê ev bûyer weke ku hêzên YSP’ê kirine dabûn nişandan. Herî dawî li Taxa Dicleyê hêzên dewletê bi çekên giran Mizgefta Darrûselam hilweşandin û bi nûçeyên hatin serwîskirin ve xistin stûyê hêzên YPS’ê.