Li Şirnexê şerên dijwar

Li Şirnexê di serî de navend û Qada Cûmhûriyetê, li gelek nuqteyan şerên dijwar diqewimin. Hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê yên ku nikarin bikevin taxan, hilweşandina kargehan bi awayekî sîstematîk pêk tînin.

Li Şirnexê di serî de navend û Qada Cûmhûriyetê, li gelek nuqteyan şerên dijwar diqewimin. Hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê yên ku nikarin bikevin taxan, hilweşandina kargehan bi awayekî sîstematîk pêk tînin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 50. de bi hemû leza xwe dewam dike. Di serî de li navenda Şirnex û Qada Cûmhûriyetê, li gelek nuqteyan şerên dijwar diqewimin. Li Qada Cûmhûriyetê di navbera hêzên YPS û YPS-JIN’ê û hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê de şerên dijwar pêk tên. Şer li Kaniya Jêr a ku dikeve navbera Taxa Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê û li gelek nuqteyên Taxa Gazîpaşayê bi dijwarî tê jiyîn.

Hêzên YPS û YPS-JIN li hember êrîşên çeteyan ku ji ser avahiyên bilind û wesayîtên zirxî pêk tînin, bi çekên ferdî dibersivînin. Ji ber şerên ji danê sibehê ve tên jiyîn li gelek nuqteyan dûman bilind dibe. Her wiha li herêma şer, gelek wesayîtên zirxî hatine sewqkirin. Hat diyarkirin ku li gelek nuqteyên şer panzerên ku beriya niha çend rojan hatibûn sewqkirin, bi kar tînin.

Bomberdûmana bi tank, top û obusan a li hember Taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Yenî û Bahçelîevlerê hê jî berdewam dike. Ji taxên tên bomberdûmankirin dûman bilind dibin. Li aliyê din çeteyên AKP’ê yên ku nikarin bikevin taxan, hilweşandin kargehan didomînin. Hilweşandin di rojên dawiyê de bi awayekî sîstematîk dewam dike, heta niha bi sedan mal û kargeh hilweşandine. Tevahî hilweşandina avahiyan bi îdîaya “Bombeyên bi destan hatine bicihkirin” têne kirin û bi nûçeyên medyaya alîgir jî têne serwîskirin.

Her wiha tevî taxên xwerêveberiyê, li gelek taxan ji aliyê hêzên dewletê ve av hatine qutkirin.