Li Şirnexê şerekî dijwar diqewime

Li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê, berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê di roja 52. de ye. Li gelek deverên Şirnexê niha şerekî dijwar diqewime.

Li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê, berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê di roja 52. de ye. Li taxa Bahçelîevlerê ku duh bi şev şerekî giran lê qewimî, gelek mal ji ber êrîşa bi tank û obusan xera bûn. Li derdora taxa Yenî jî, di navbera tîmên taybet ên Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Şerê giran ê li taxên Îsmetpaşa, Yenî, Cûmhûriyet û Aydinlikevlerî bi rojan e bênavber dewam dike. Tîmên taybet ên Tirk hewl dan bikevin nava taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê û li ser bersiva endamên YPS/YPS Jinê şer derket. Ev şerê dijwar li navenda bajêr jî belav bû. Li derdora meydana Cûmhûriyetê şerekî dijwar diqewime.

Cihekî din ku ji danê vê sibehê ve şer lê giran e, taxa Yenî ye. Ji ber êrîşa bi tank û obusan, dû bi ser taxê ketiye. Çeteyên Qesrê yên li avahiyên bilind ên bajêr bicih bûne jî, êrîşên xwe yên li hemberî taxê didomînin. Li derdora taxê di navbera tîmên taybet ên Tirk û endamên YPS/YPS Jİnê de şerekî xurt diqewime.

Liv û tevgera ambûlansan jî her dewam e. Bi dehan ambûlansan berê xwe dan 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor û Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Her wiha liv û tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopteran heta danê sibehê li ser bajêr dewam kir.

Hêzên dewleta Tirk ku li bajêr polîtîkayeke bi rêk û pêk a xerakirinê dimeşînin, li kolanên taxên Dîcle, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê yên karîbûn xwe bigihînin, xanî û kargehan yek bi yek dişewitînin. Hin avahî jî bi îdîaya 'teqemenî lê hene' ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve tên teqandin.