Li Şirnexê şer û bomberdûman

Piştî şerê giran ê duh bi şev, li Şirnexê danê sibehê bomberdûmanê destpê kir. Hêzên dewleta Tirk hewl dan bikevin nava taxên Bahçelîevler û Îsmetpaşa, lê hêzên YPS/YPS Jinê bi berxwedanê bersiv dan.

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk 53 roj li dû xwe hişt. Duh bi şev şer li taxên Bahçelîevler, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Gazîpaşa giran bû. Piştî vî şerê dijwar, danê sibehê bomberdûmanê destpê kir.

Di şerê giran ê duh ê li taxa Bahçelîevlerê de kepçeyeke zirxî hat rûxandin. Hêzên dewleta Tirk ên nikarîbûn bikevin nava taxê, danê sibehê ji dûr ve dest bi bomberdûmanê kirin. Bi tank û obusên li ser rêya Sêrtê li herêma Sîn û Ber û Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê bi cih bûne, taxê bombe dikin.

Hêzên dewleta Tirk ji aliyê jorê yê taxa Îsmetpaşa ku malbata cerdevan Tatar lê dimîne û ji aliyê Kanîna Jêr ve hewl dan bikevin nava taxê. Hêzên YPS/YPS Jinê bersiv dan vê hewldana hêzên dewleta Tirk û li ser vê yeke şer derket. Şerê li vê derê tevahiya şeve dewam kir. Hêzên dewleta Tirk ên ji wan nehat bikevin nava taxê, dane sibehê bi çekên giran dest bi bomberdûmanê kirin.

Liv û tevgera Heronan tevahiya şevê dewam kir. Danê sibehê jî helîkopter li ser bajêr geriyan.

Li aliyê din, hat ragihandin hêzên dewleta Tirk li herêma pîşesazî ya li ser rêya Sêrtê û li derdora kampusa Zanîngeha Şirnexê ya li ser rêya Cizîrê kozikan kolan e.