Li Şirnexê çeteyekî Qesrê yê din hate kuştin

Di şerê dijwar ê li Şirnexê de çeteyekî Qesrê yê din hate kuştin.

Di şerê dijwar ê li Şirnexê de çeteyekî Qesrê yê din hate kuştin.

Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li hember êrîşên qirkirinê 45 roj li pey xwe hişt. Şer û bomberdûman hê jî didomin. Di navbera çeteyên Qesrê yên ku xwestin bikevin Taxa Cûmhûriyetê û şervanên YPS û YPS-JIN’ê de şer diqewimîn. Di şer de çeteyekî Qesrê hate kuştin. Li herêma ku hê jî şer lê didome, gelek çeteyên Qesrê jî birîndar bûn.

Ambûlansên ku sewqî herêmê hatin kirin cenazeyên çeteyên Qesrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, birîndar jî rakirin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.

Li bajêr li hember Taxên Îsmetpaşa, Aydinlikevler, Cûmhûriyet, Yenî, Bahçelîevler û Dicleyê şer û bomberdûmana bi tank, obus û hewan dewam dikin.