Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li Elkê herî kêm 6, li Osmaniyeyê jî 2 leşker ku yek jê berbaz e, hatin kuştin.
LI ELKÊ ÇALAKÎ: 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG’ê ragihand ku 6’ê Tebaxê saet 18.30’an hêzên gerîlayan li dijî leşkerên ku li qirika Qada Sîneklî ya li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha dewam kir:
“6’ê Tebaxê saet 05.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku hewl didan li girekî li nêzî Îkîncî Kopru ya girêdayî navçeya Elkê bi cih bibûna 3 çalakiyên cuda yên sabotajê li dar xistin. Di van çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Elkê şehîd ketine hate lidarxistin.
LI NAVÇEYA ŞAXÊ ÇALAKÎ
5’ê Tebaxê saet 21.30’an hêzên me konvoyek leşkerî ya ji Wanê diçû navçeya Şaxê xistin bin kontrolê. 6’ê Tebaxê saet 01.00’an jî li sêgoşeya Mîks-Wan-Şaxê hêzên me li dijî wesayîtek zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayîte îmha bû, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zanîn. Piştî çalakiyê domahiya 3 saetan artêşa TC rê li trafîkê girtiye.
LI OSMANIYEYÊ ÇALAKÎ: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
1’ê Tebaxê saet 23.00’an gerîlayên me li çoltera navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê yekîneyek veşartî ya artêşa TC xiste bin kontrola xwe. Li vir hêzên me bi awayekî bi bandor li leşkeran da, 2 leşker kuştin, yek jê berbaz e, cerdevanek jî birîndar bû.”