Li Şirnex û Nisêbînê 19 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Di şer û çalakiyên li Şirnex û Nisêbînê de herî kêm 19 çeteyên Qesrê hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakî û şerên li Şirnex û Nisêbînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî detayên şer û çalakiyan ev detay parve kirin:

NISÊBÎN:

2’yê Gulanê saet 03.30’an li ser rêya Çaxçax a Taxa Gelhat dema kepçeyekê hewl da bikeve taxê ji aliyê yekîneyên me hate rûxandin. Saet 07.30-10.30’an yekîneyên me bi çekên ferdî 2 polîsên tîmên taybet kuştin. Di heman rojê dema kepçeyekê ji aliyê Weysîkayê hewl da bikev taxê jî ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê bi roketan hate hedefgirtin, wesayît hate rûxandin, polîsekî tîmên taybet hate kuştin, yek jî birîndar bû. Di heman rojê de yekîneyên me kepçeyek din jî derb kirin. Li vir 2 endamên me yên YPS’ê şehîd ketine.

Nasname wiha ne:

Botan Soro / Mehmet Şîrîn Agirman / Munevver-Seyîthan / Îzmîr /Li Taxa Şehît Gelhatşehîd ket.

Êrîş Masîro /Ahmet Oxul / 1990 Qers / Li Weysîka şehîd ket.

ŞIRNEX

2’yê Nîsanê dema kepçeyekê hewl da bikeve Taxa Cûmhûriyetê ji aliyê yekîneyên me bi roketan hate hedefgirtin, wesayît hate rûxandin û 2 polîsên tê de mirine. Dîsa dema komek Tîmên taybet ên jendermeyan hewl dan bikevin heman taxê,  ji aliyê yekîneyên me ve bi roket û çekên ferdî hatine hedefgirtin. Li vir 8 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin.

Yekîneyên me yên YPS’ê li taxa Cûmhûriyetê wesayîteke zirxî ya Kobra hedef girtin, li vir termalên vê wesayîtê îmha kirine. Dîsa dema wesayîteke zirxî ya Kobra dema hewl da bikeve taxê ji aliyê yekîneyên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û ajokarê wê hate kuştin. Dîsa kepçeyek li heman taxê piştî çalakiyên me yên bi çekên giran û ferdî bi derbxwarinê vekişiyaye.

Wesayîtekek zirxî ya Ejder taxên Îsmet Paşa û Cûmhûriyetê da ber guleyan, ji aliyê yekîneyên me ve bi roketan hate derbkirin. Dema kepçeyek ji bo paqijkirina rê hate Taxa Îsmet Paşayê ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê hate hedefgirtin, li vir ajokarê wesayîtê hate kuştin. Di çalakiyên bi roketan a yekîneyên me yên YPS’ê yên li aliyê Tatar a Taxa Îsmet Paşayê de roket li nava komek tîmên taybet ên jendermeyan ket. Li vir 4 endamên tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Dema li Taxa Cûmhûriyetê çeteyan çekên giran li avahiyekê bi cih dikirin jî yekîneyên me bi çekên giran bi bandor li van hêzan dane. Lê hejmara mirî û birîndaran nehat zanîn. Li Taxa Îsmet Paşayê dema wesayîteke zirxî ya Akrep li ber mala polîsan bû ji aliyê yekîneyên me yên YPS’ê ve bi çekên giran hate derbkirin. Li Taxa Îsmetpaşayê dema kepçeyekê cihê tankê dikola ji aliyê yekîneyên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin, bi derbxwarinê vekişiya.

Di van şeran de hevalekî me yê endamê YPS’ê Arjîn şehîd ketiye. Nasname wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.”