Li Silûkê wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora bajaroka Silûk û pira Qereqozax ji aliyê hêzên YPG û hêzên xweparastinê ve tên paşxistin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora bajaroka Silûk û pira Qereqozax ji aliyê hêzên YPG û hêzên xweparastinê ve tên paşxistin.

Navenda  Çapemeniya YPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir, 22'ê Cotmehê derdora saet 18.00'an de çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya bajaroka Silûk hewl dan êrîşekê li dar bixin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşa bi maşîneya teqemenî nêzîkî gundê Ebû Hermel hat lidarxistin, ji aliye hêzên me ya Erka Parastinê hat astengkirin. Bi destwerdana şervanên Erka Parastinê ve maşîneya teqemenî barkirî tevî çeteyên di nav de ji dûr ve hat teqandin.

23’ê Cotmehê di navbera saet 02.00 û 03.00'an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî derdora pira Qereqozax a başûrrojavayê Kobanê êrîşek li dar xistin. Êrîşa ku bi topên hawana hat lidarxistin, piştî bersivdayina hêzên me sekiniye.”