Komeke zarokên firoşkarên seyar li ser giliya "diziyê" ji aliyê leşkeran ve hatin lêdan. Leşkerên ku zarokên girtine birin deriyê sînor yê Xabûrê û bi rêzê li zarokan xistin. Lêdana zarokan ji aliyê kamerayan ve hat qeytkirin.
Di ketina deriyê sînor yê Xabûr a li navçeya Silopiya Şirnexê de li ser giliya dizî heye leşkeran komeke zarokan kom kirin û birin ber qulîbeya cihê nobetê. Leşker ku kêlî bi kêlî ji aliyê kamerayan ve tê qeytkirin cop digire destê xwe û bi rêzê li zarokan dixe. Piştî lêdana birêzê leşker zarokan berdide.
Zarokên ku serbest hatin berdan diyarkirin ku, leşkeran bi copan li dest û lingên wan xistine.