Li Silopiyê 2 jê zarok 6 kes hatin girtin

Li Silopiyê 2 jê zarok 6 kes hatin girtin

Polîsên sivîl şevê din li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 2 jê zarok 6 kes hatibûn binçavkirin. 6 kesên sewqi dadgehê hatin kirin hatin girtin.

Şeva din yekîneyên polîsên sivîl û hêzên çivîk li taxên Cûdî, Başak, Karşiyaka, Ş. Harunboy û Cûmhûriyetê yên Navçeya Silopiya Şirnexê di ser gelek malan de girtin û di serdegirtina malan de 2 jê zarok 6 kes binçavkirin. 6 kesên hatin binçavkirin piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyê wan girt bi îdîaya "li dijî xala 2911'an derketine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Heyeta dadgehê jî derbarê Agît Akkaya, Yusuf Zeyrek, Îsmail Şavluk, M.B. (14), Sefer Yalçin (18) û K.S. (17) de bi heman hincetê biryara girtinê da û şandin girtîgehê.