Li Silopiyayê li dijî konvoya leşkerî çalakiya sabotajê

Gerîlayên HPG’ê li ser rêya Îpekê ya Silopiyayê, 5 kîlometreyan dûrî Deriyê Sînor ê Xabûrê li dijî konvoyek leşkerî çalakiya sabotajê li dar xistin

Bi boneya cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê, çalakiyên gerîla zêdetir dibin.

Gerîlayên HPG’ê li ser rêya Îpekê ya Silopiyayê, 5 kîlometreyan dûrî Deriyê Sînor ê Xabûrê li dijî konvoyek leşkerî çalakiya sabotajê li dar xistin.
Li gor çavkaniiyên herêmî, li dijî konvoyek leşkerî ya ji 2 wesayîtên zirxî yên Kobra û 2 mînîbusan pêk dihat çalakiyek sabotajê hate lidarxistin.
Çavkaniyan ragihandin ku mînîbusek rûxiyaye, mirî û birîndar hene, lê hejmar nehatiye zelalkirin.