Li Silopiya û Hezexê 5 kes hatin girtin û 5 jî hatin binçavkirin
Di serdegirtina malan de li Silopiyayê ya Şirnexê 5 kes hatin girtin, li Hezexê jî 5 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtina malan de li Silopiyayê ya Şirnexê 5 kes hatin girtin, li Hezexê jî 5 kes hatin binçavkirin.
Li Silopiyayê ya Şirnexê duh di serde girtina malan de Endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê Asûman Kulter, Mehmet Bagrû, İbrahîm Ozmen, Cemal Edîz û Agît Başarn piştî ku xebatên wan ên li emniyetê qediyan, nîvro ew şandin dozgeriyê. Piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê Kulter, Bagrû, Ozemn, Edîz û Başaran bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgehê.
5 kesên ku bi hênceta ‘Endamên rêxistinê ne’ û ‘Propagandaya rêxistinê kirine’’ bi daxwaza girtinê şandibûn dadgehê hatin girtin.
Li aliyê din di serdegirtinên malan de navên kesên ku li taxên Cûdî, Şehîd Harûn, Nûh, Ofis Karşiyaka hatibûn binçavkirin zelal bûn. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Vedat Okdem, NazmÎ Okdem, Cebbar Tanriverdî, IdrÎs Tanrıverdi, Yusuf Yoksul, IbrahÎm Yoksul, Sabrî Guleç, Suleyman Onuk, Vedat Oğmen ve Azad Değer. Her wiha gelek kesên ku hê navên wan nayê zanîn jî li emniyetê di bin çav de ne.
HEZEX
Li navçeya Hezex a Şirnexê kesên ku serdegirtina malan de hatine binçavkirin zêde bûn. Suleyman Aslan, Şehmûs Oztaş, Celîle Eraslan, Hayrettîn Altinkaynak û Adnan Cirasûn li Qereqola Polêsan a Navçeyê di bin çav de ne.