Li Silêmaniyeyê dibistan îro jî hatin boykotkirin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, mamosteyan îro jî dibistan boykot kirin û daketin kolanan.

Mamoste saet di 09:00 de li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajêr hatin cem hev û çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de mamosteyan destnîşan kirin, ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
HÊZÊN EWLEKARIYÊ NIKARÎBÛN BIBIN ASTENG
Di dema çalakiya mamosteyan de hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajêr amade bûn. Hêzên ewlekariyê xwestin pêşî li meşa mamosteyan bigirin, lê bi ser neketin.
Ji destpêka vê mehê ve mamosteyên li Silêmaniye, Helepçe û navçeyên wan, ji ber ku sê meh in nikarin mûçeyê xwe werbigirin, dibistanan boykot dikin.