Li Silêmaniyê vê êvarê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li ser rêya Salim meşek bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hate lidarxistin. Di destpêka meşê de polîsan rê li pêşiya meşê girtin û bi gaza îsot û ava şid êrîşî girseyê kirin. Di encama êrîşa polîsan de 10 kes birîndar bûn û herî kêm jî 15 kes jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di nav yên ku hatine binçavkirin de nûçegihanê Newroz TV Afat Baz jî heye. Hat ragihandin ku kamereya Baz şikandine û dest daniye ser 3G a ku bikar tanî jî.
Di çalakiya ku li ser rêya Salîm dewam dike de, hêzên asayîşê derdora girseyê dorpêç kiriye û hatina hêzên antî teror û hêzên çewîk ya herêmê jî nehate astengkirin.
Giseyê diyar kirin ku heta kesên ku hatine binçavkirin bên berdan wê çalakiya xwe dewam bikin.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemmed Abdullah li hember êrîş û binçavkirina bertek nîşan da û diyar kir ku astengkirin xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk dike.
Abdûlah anî ziman ku heta hevalên wan neyên berdan wê çalakiyên xwe dewam bikin û wiha pê de çû: “Îro hûn bi van astengiyan xizmeta polîtkayên zextê yên mîna Tirkiye, Îran û Rejîma BAAS’ê ya ku li hember Kurdan pêktanîn dikin. Ev şermekî mezin e. Li tevahî cîhanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên kirin û xwedî lê derdikevin, ev rewşa ku niha hûn dikin ne di xizmeta netewa Kurd de ye.”