Li Sêrtê girtiyan Rewşa Awarte protesto kirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Sêrtê tên girtin, li hemberî pêkanînên Rewşa Awarte dernakevin hevdîtinan.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Sêrtê tên girtin, li hemberî pêkanînên Rewşa Awarte dernakevin hevdîtinan.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte, zextên li ser girtiyên siyasî zêde bûn. Bi sedan girtiyên li girtîgehên li Kurdistanê, bêyî hincetek bê nîşandan, di çarçoveya pêkanînên Rewşa Awarte de hatin sirgûnkirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî, sirgûnkirina gelek girtiyan ji aliyê girtiyan ve bi derneketina hevdîtinan hat şermezarkirin.
Li hemberî sirgûnan, astengkirina axaftina bi telefonê, helwesta kêfî ya li hemberî hevdîtina girtiyan, spor û çalakiyên li girtîgehê, girtiyên PKK/PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê biryar dan dernekevin hevdîtinan. Girtiyan bi vî rengî ev bêhiqûqî şermezar kirin.
Girtiyan destnîşan kirin, ku eger pêkanînên bi vî rengî bidomin, ew ê jî çalakiyên xwe dewam bikin.