Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Serokê DTP'a Tîllo yê berê Metin Beydogan û kesekî din hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li taxa Kooperatifê ya Sêrtê û navçeya Tillo ya Sêrtê di ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Serdokê DTP'ê yê berê yê navçeya Tîllo Metin Beydoðan û welatiyê bi navê Halil Ene binçav kirin. Polîsan Beydogan û Ene, birin Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.