Li Sêrtê 18 girtî rakirin nexweşxaneyê

Li Sêrtê 18 girtî rakirin nexweşxaneyê

18 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê yên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

18 girtiyên di greva birçîbûnê de yên di koma yekemîn û duyemîn de yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Girtî bi ambulansan birin nexweşxaneyê û dema ambulans ber bi avahiya BDP'ê ya Sêrtê re çûn welatiyan di çalakiya greva birçîbûnê de hatin ser rê û slogana "Bijî berxwedana zîndanan" qêriyan û çepîk lêdan û tilîlandin. Li ber nexweşxaneyê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin û girtî bêyî kelepçe birin nexweşxaneyê û hinek girtî bi kursiyên bi teker birin nexweşxaneyê.

Li ber nexweşxaneyê rêveberên BDP'ê, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatiyan bi çepik û tilîliyan girtî silav kirin.

Hate hînbûn ku li nexweşxaneyê dermankirina 18 girtiyan dest pê kir.