Di êrîşa balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ku Taxa Hawarna ya piranî kurd lê dijîn bombebaran kirin de, li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 3 zarok di bin avahiyê hilweşiyayî de man û 30 kes jî birîndar bûn.
Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ku ev 2 roj e li Serêkaniyê cihên Artêşa Azad lê bicîh bûye bombebaran dike, vê carê Taxa Hawarna ku piranî kurd lê dijîn bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest, 3 zarok di bin dibin xaniyê ku hilweşiya de ma û 30 kes jî birîndar bûn. Ji bo rizgarkirina 3 zarokan şêniyên taxê bênavber dixebitin, lê hîn jî ne gihîştine zarokan. Hate ragihandin ku di bombebaranê de di navbera 22-25 malan de jî hilweşiyan e.
GEL KOMÊN ÇEKDAR DERXISTIN
Hate hînbûn ku hinek komên çekdar 3 roj beriya niha li malek ku alîkariya wan dike bicîh bûne û balefiran jî, ji ber vê yekê bombebaran kiriye. Piştî ev agahî belav bû, welatiyên kurd û ereb li taxê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê koma hanê da. Hate ragihandin ku li ser vê yekê kom ji malê derketiye û dest bi derketina ji taxê kiriye.
Piştî bombebarana Taxa Hawarna, balefiran vê carê Taxa Mehetê careke din bombebaran kir.