Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî şer û pevçûnên dijwar, leşkerên rejîma Sûriyeyê ji herêma Esfer Necar ku wekî baregehê bikar dianî, derketin. Lê aloziya li bajêr didome.
Hate ragihandin ku piştî pevçûnên dijwar û valakirina Esfer Necar, balefiran herêm 4 caran bombebaran kiriye û li baregehê şewat derketiye. Hate hînbûn ku Artêşa Azad jî gelek windahî dane. Hate ragihandin ku dema leşkerên rejîmê vedikişiyan 25 kîlometre dûrî bajêr, di navbera wan û komên çekdar de pevçûn derketin, lê kuştin çênebû.
Piştî van pevçûnan li bajêr bêdengiyek serwer bû, lê nêzî 2 hezar leşkerên rejîmê li dora bajêr bicîh bûne. Tê gotin ku rejîm zu bi zu dest ji herêmê bernade û amadekariyên xwe zêde dike.