Di demeke ku hêzên xwe li destkeftiyên gelên li Rojavayê Kurdistanê dijîn ranegirin û lez dan planên xwe yên zirav de, pêkanînên hinek partiyên kurd ên wekî Azadî, Yekîtî û El Partî, di nava van lîstikan de tên nirxandin. Endamên van partiyan li bajarên Kobanê, Dirbêsiyê û Qamişlo li malan digerin û bi gotinên, “Artêşa Azad dê bê vir, herin bakur” tirsê dixin nava gel. Tirkiyeyê jî hinek gundên li ser sînor vala kirin û tang û top anîn ser sînor.
Piştî ku gel di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de rêveberiyên bajaran girtin destê xwe û ji bo yekîtiyê pêngavên girîng avêtin, êrîşên hêzên derve û hundir jî zêde dibin.
JI DESTPÊKÊ DE LI DIJÎ YEKÎTIYÊ NE
Ev hêzên behsa mijarê ji destpêka şoreşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve, li dijî yekîtiya kurdan disekinin û hewl didin ku bi hêzên serdest re tevbigerin. Li gel ku kurdan riyek 3’yemîn jixwe re hilbijart û îradeya xwe derxist holê jî, van hêzên hanê, destpêkê xwestin di nava Meclîsa Niştimanî ya Sûriyeyê de cîh bigirin. Lê piştî ku gel nerazîbûn nîşan dan, nexwazin jî, di nava Desteya Bilind a Kurd de cihê xwe girtin. Lê li gel vê yekê jî, dest ji lîstikên xwe bernedan û bi veşartî domandin.
LI DIJÎ BIRYARAN TEVGERIYAN
Di civîna ku di 11’ê Tîrmeha 2012’an de li Hewlêrê hate lidarxistin de Desteya Bilind a Kurd hate avakirin û li gorî peymanê bêyî destûra Desteyê tu hêzek nikare li gorî serê xwe hevdîtinan pêk bîne. Lê van hêzan dîsa li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anî. Dîsa di belgeyek veşartî ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de, plana ku ev derdor jî di nav de derket holê. Dîsa Serokê El Partî Evdilhekîm Beşar li paytexta Îngiliîstan Londonê bi rayedarên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî. Her wiha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban ê Sûriyeyê El Exder Îbrahîmî xwest ku bi nûnerên kurdan re hevdîtinê pêk bîne, lê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd ku di Desteya Bilind de tê temsîlkirin, li gorî serê xwe çûn Şamê û bi Îbrahîmî re runiştin.
CIVÎNA VEŞARTÎ Û ÇÛYÎNA QETERÊ
Piştî demekê belgeyek din a veşartî di hinek weşanên çapemeniyê de hate weşandin û dihat gotin ku li Hewlêrê bi beşdariya rayedarên Tirkiye, Amerîka, Îsraîl, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek partiyên li Rojavayê Kurdistanê civînek veşartî hatiye lidarxistin. Li gorî belgeyê dê li dijî PYD’ê xebat bihatana meşandin. Piştî vê civînê, li Rojavayê Kurdistanê hinek partiyên girêdayî Encumenî Niştimanî Kurd, li dijî PYD’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê kampanyayên reşkirinê dan destpêkirin. Bi vê mebestê li Kobanê meşek jî hate lidarxistin. Piştî van aloziyan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rayedarên partiyên Azadî, Yekîtî û El Partî çû paytexta Qeterê Dewhayê û tevlî civîna Meclîsa Muxalefeta Sûriyeyê ya ku Desteya Bilind a Kurdan nehatibû vexwendin, bûn.
ÊRÎŞÊN LI HELEB Û EFRÎNÊ
Di êrîşên ku di 26’ê Cotmehê de li Helebê, di navbera 27 û 30’ê cotmehê de jî li Efrînê pêk hatin û 13 welatî hatin qetilkirin de, hate gotin ku dîsa tiliya partiya Azadî heye. Di van êrîşan de komên çekdar ên wekî Guraba El Şam, Ehfad El Resul, Cebet El Nasra û Selahaddîn cîh girtin. Di nava êrîşkarên ku di van êrîşan de hatin kuştin de yên kurd jî hebûn. Her wiha derket holê ku endamên Azadî di nava êrîşan de ne. Her çiqasî Azadî têkiliya wan bi van kesan re xilas bûye jî, piştî van êrîşan dîsa hinek kesên endamên Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS), bi van komên çekdar re hevdîtin pêk anîn. Her wiha di dema ku li Heleb û Efrînê komên çekdar êrîşî kurdan dikirin de, hinek derdorên kurd li Kobanê meşa piştgiriya Artêşa Azad li dar xist.
HEMAN KOM LI SERÊKANIYÊ NE
Di êrîşên 8’ê Mijdarê li dijî Serêkaniyê pêk hatin de jî heman komên çekdar cîh girtin. Hate hînbûn ku komên Guraba El Şam, Ehfad El Resul, Cebet El Nasra ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin Serêkaniyê. Di dema ketina bajêr de komek ciwanên endamên ENKS’ê bi alên Başûrê Kurdistanê ev kom pêşwazî kirin, lê ji aliyê van koman ve hatin qewitandin û alên wan hatin daxistin. Dîsa kesê bi navê Elî Mela endamên Artêşa Azad di mala xwe de hewandin û alîkariya wan kir. Ev kes di encama bombarana balefirên rejîmê ya di 12’ê Mijdarê de bi kurê xwe re hate kuştin. Balkêşe ku hêzên Artêşa Azad bi rehetî di sînor re tên û diçin, lê piştî bombebaranan sînor ji sivîlan re hate girtin.
LÎSTIKÊN LI KOBANÊ
Li Serêkaniyê komkujî pêk dihat, gel û hemû saziyan nerazîbûn nîşan dan, lê van derdorên hanê di 9’ê Mijdarê de li bajarê Kobanê meşek lidar xist û dîsa li dijî PYD’ê derketin. Di dema meşê de di nava ciwanên tevlî meşê bûn de şer derket. Di vê navberê de kesekî li ser avahiya Azadî gule barandin. Di encama gulebaranê de gelek kes birîndar bûn. Di meşê de hinek kesan bi keviran êrîşî mala Hevserokê PYD’ê Salih Muslim kirin. Ji birîndaran ciwanekî ku rewşa wî giran bû, li nexweşxaneyê hate emeliyatkirin, lê li gel hişyariya bijîşkan jî ji aliyê hinek derdoran ve birin bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê. Lê jiyana xwe ji dest da. Nehat zanîn ka ev ciwan birine nexweşxaneyê yan na, lê dema cenaze vegerandin Kobanê çekdarên Artêşa Azad bixwe re anîn û li dijî îradeya gelê Rojava sloganên ku mirov nikare bilêv bike gotın.
MALBATAN DITIRSÎNIN
10’ê Mijdarê li Dirbêsiyê hinek kesên nêzî van partiyan li deriyên malan xistin bi gotinên wekî, “Artêşa Azad dê bê vir, ji ber wê herin Bakurê Kurdistanê” xwestin koç bikin. Balkêş e ku ev hewldan di sihara roja ku gel bermahiyên rejîmê paqij kirin de pêk hatin. Ji ber vê yekê hinek malbatan koçî Bakûrê Kurdistanê kirin. Balkêş e ku sînorê bi têlan û mayinan hatiye girtin, hatibû vekirin û her kesekî bi rehetî dikarîbû derbas bibe. Lê piştî bermahiyên rejîmê bi temamî hatin rakirin, malbat vegeriyan bajêr.
DERBASÎ QAMIŞLO BÛN
Heman derdor di 12’ê Mijdarê de vê carê li Qamişlo derketin holê. Komên ku heman rêbaz bikar anîn û li malan digeriyan, hewl dan têlên sînor bibirin û rê vekin. Di dema van hewldanan de 10 kes ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin.
TIRKIYEYÊ GUND VALA KIRIN
Li aliyekê ev hêzên hanê van pêkanînan dikin, li aliyê din Tirkiye ku ji serî de dixwaze mudaxele bike, hewldanên xwe zêde kirin. Hate hînbûn ku rayedarên Tirkiyeyê li Navçeya Pirsusa Rihayê 3 gundên li ser sînorê Kobanê vala kirine û gelek leşker, her wiha gelek alavên leşkerî, tang û top bi cîh kirine.