Li Şemzînanê şer qewimî
Li pêşiya navçeya Şemzînanê, piştî çalakiya li hemberî benda kontrolê ya polîsên Tirk, şer derket.
Li pêşiya navçeya Şemzînanê, piştî çalakiya li hemberî benda kontrolê ya polîsên Tirk, şer derket.
Li pêşiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li hemberî benda kontrolê ya polîsan çalakiyek hat lidarxistin. Piştî vê çalakiye şer derket. Tê gotin di vî şerî de gelek polîs mirin e û birîndar bûne.
Piştî çalakiyê gelek polîs çûn herêmê. Polîsên mirî û birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Tê gotin, li herêmê car carna şer diqewime. Li derdora gundê Şapatanê jî, ku li pêşiya navçeyê ye, liv û tevgera leşkerî heye.