NÛ BÛ

Li Şemzînanê 6 maşînên zirxî û tankek hatin rûxandin

HPG'ê ragihand, hêzên wan îro danê sibehê ji 4 baskan ve li Şemzînanê li hemberî leşker û polîsan çalakî pêk anîne û di encamê de 6 maşînên zirxî û 1 tankek hatine rûxandin, cenazeyên gelek leşker û polîsan li naveraste man e.

Fermandariya Herêma Zagrosê ya HPG'ê, li ser çalakiya berfireh a îro danê sibehê li Şemzînan û derdora wê hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Danê vê sibehê, hêzên me ji 4 baskan ve li hemberî hêzên dewleta dagirker a li navenda Şemzînanê; li dijî navedan polîsan, dersxaneya tîmên taybet, gelek bendên kontrolê yên polîsan ên li navenda bajêr û çeperên maşînên zirxî çalakiyeke berfireh lidar xistin. Di çalakiyê de derbên xurt hatine lêxistin û di encamê de gelek polîs û tîmên taybet hatine kuştin, 6 maşînên zirxî û tankek di derbên ewilî de hatine rûxandin. Gundê Şapatan û derdora wê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Cenazeyên gelek leşker û polîsên di encama çalakî û şer de hatin kuştin, li naverastê man. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyona şoreşgerî wê piştre bên eşkerekirin."