Li Semsûrê 6 kes hatin girtin
Li Semsûrê Endamê PM’ya DBP’ê Sûat Demîr, endama KJA Maşallah Erbey û 4 xwendekarên zanîngehê hatin girtin.
Li Semsûrê Endamê PM’ya DBP’ê Sûat Demîr, endama KJA Maşallah Erbey û 4 xwendekarên zanîngehê hatin girtin.
Li navçeya Kolik û navenda Semsûrê di serdegirtinên malan ên polîsan ku di nava 20 rojên dawî de li dar xistin, endamê PM’yê DBP’ê Sûat Demîr, endama KJA’yê Maşallah Erbay jî di nav de 6 xwendekarên zanîngeha Pîşeyî ya Kolikê hatin binçavkirin û piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê Mûstefa Acar û Firat Bozkûrt hatin berdan û endamê PM’yê DBP’ê Sûat Demîr û endama KJA’yê Maşallah Erbey û xwendekarên bi navên Azad Omer Ûyar, Emrah Emre, Îrfan Atalay û Dagistan Hezer bi îdîaya “Enamên rêxistinê” û “Propagandakirina rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
2 siyasetmedar û 4 xwedekarên ku li dadgehê îfade dan hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Semsûrê.