FLAŞ

Li Şehbayê 3 gundik hatin rizgarkirin

Hêzên Şoreşger li herêma Şehbayê 3 gundikên din ji çeteyên DAIŞ’ê, rizgar kirin.

Hate ragihandin ku Hêzên Şoreşger (Ceyş El Siwar, Eniya Parastina Jinên Şehbayê, Eniya El Ekrad, Tugaya El Selcîqe, Tugaya 99, Ehrar El Kiêbe, Tugaya El Şemal El-Demokratî, Tugaya El-Hemze, Hêzên Eşîreyên Bakurê Helebê, Tugayên Şoreşgerên Arfadê, Tugaya Erkên Taybet, Meclîsa Leşkerî ya Babê, Mexawîr El Sifîre, Tugaya Yekemîn a Mexawîr Hums) bersiv dan êrîşa çeteyan û şer derket.

Di encama şer de şervanên hêzên şoreşger 3 gundikên li bakurrojhilatê gundê Um El-Hoş ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.