Li Rûsyayê katlîama Şengalê hat şermazarkirin

Bi boneya salvegera qetlîama Şengalê ya li hember gelê Êzidî ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat, li Salona Lunaçarskî ya bajarê Moskowê şeva bîranîna qurbaniyên komkujiya li Şengalê hat lidarxistin.

Bi boneya salvegera qetlîama Şengalê ya li hember gelê Êzidî ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hat, li Salona Lunaçarskî ya bajarê Moskowê şeva bîranîna qurbaniyên komkujiya li Şengalê hat lidarxistin. Şeva bîranînê bi beşdariya şêx û pîrên êzidiyan, nûnerên saziyên Kurd, mêvanên ji gelên biyanî pêk hat. Di çalakiyê de herwiha balyozê Komara Iraqê yê li Rûsyayê Ebdilkerîm Haşîm Mustefa û nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ê li Rûsyayê Ebdselam Elî jî amade bûn. 

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên welat destpêkirir û yekem kesên axivî şêxên êzidiyan: Şêx Xidir û Şêx Semand kirin.
Di axaftina destpêkirinê de Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsyayê birêz Cemal Şemoyan li ser komkujiya li Şengalê û rola hêzên cûr be cûr ên di wê komkujiyê de cihê xwe girtin, rawestiya. Cemal Şemoyan diyar kir ku fermana dijmin a 73'an negihîşt armanca xwe, sedema vê jî ew bû ku vê carê ji ber ku vê carê Êzidî ne bêxwedî bûn, bi xwedîderketina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevgera PKK, HPG, YJA-Star, YPG û YPJ ber bi hawara gelê ku bi komkujiyê re hevrû mabû, hatin. Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsyayê bang li tevahiya Êzîdxanê kir ku li dora Abdullah Ocalan kom bibin û bi hev re ber bi avakirina Xweseriya Şengalê û azadiya tevahiya Kurdistanê ve bimeşin.

Hevseroka Kongreya Êzidiyên Rûsyayê Pîr Manana di axaftina xwe de trajediya ku li Şengalê hat serê Êzidiyan nirxand û hovîtiya bi serê gel de pêk hatibû bi tundî şermezar kir. Pîr Manana bang li hêzên navnetewî kir ku ew bêdengiya xwe xerab kin û helwesta xwe derbarê jenosîda ku li hember Êzidiyan pêk hat, diyar bikin.

Balyozê Komara Îraqê yê li Rûsyayê birêz Ebdilkerîm Haşîm Mustefa axaftina xwe ji bîranîna li ser rewşa li Îraqê û têkoşîna bi neyarê hevpar re rawestiya. Balyoz diyar kir ku berê ji 100 nêzîkî 40 axa Îraqê di destê DAÎŞ'ê de bû, lê niha tenê ji sedî 10 maye û hêviyên xwe anî ziman ku heta dawiya sala 2016'an wê operasyona Mûsilê pêk were û DAÎŞ bi temamî ji herêmê were deravêtin.

Dostên gelê Kurd ên wek Rûs, Taliş, Ûzbek, Afgan, Gurcî û yên din di axaftina xwe de sersaxî ji tevahiya gelê Kurd û bi taybetî jî gelê Êzidî xwestin û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd a dadmend destnîşan kirin. 

Li bajarê Rûsyayê Çêlyabînskê jî bi munesebeta salvegera duyemîn a komkujiya li Şengalê civînek hat lidarxistin. Civîn bi deqeyeke bîranîna cangoriyên Şengalê hat despêkirin. Li vir edamê rêvebiriya Kongreya Êzidiyên Rûsyayê ya li herêmê birêz Sêvdînê Azad axivî ,li ser şêwaza pêkanîna fermana 73'an nirxandin kir. Endamê Otonomiya Federal a Kurdên Rûsyayê Avreman Fetî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa îroyîn a Êzidiyên Şengalê. Avreman Fetî herwiha der barê avakirina Partiya Demokratîk a Êzidiyan, nêzîkatî û hewldanên KCK ji bo civaka Kurdên êzidî, mijara statuya Xweseriya Şengalê de agahî da.

Li bajarê Rûsyayê Yekaterînbûrgê jî ji bo bîranîna salvegera duyemîn a komkujiya li Şengalê gelê êzidî li hev civiya û jenosîda li hember êzidîyan şermezar kir. Gel bang li hêzên navnetewî kir ku ji hiqûqa xwe re rêzdar bin û çareseriyên pêwîst pêk bînin. Di daxuyaniya ku hat kirin de silav li Ocalan hate kirin û bangawazî hat kirin ku hêzên navnetewî li ser rewşa pêknehatina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re rawest in. Êzidiyên li Yekaterînbûrgê derbarê rewşa Rêber Apo de bi xem in û daxwaz dikin ku rewş were zelal kirin û li gorî mîsiyona Rêbertî ya dîrokî jê re nêzîkatî were nîşankirin.

...