Li rojhilatê Minbicê 22 çete hatin kuştin

Li rojhilatê Minbicê di şerê ji duh bi şev heta danê vê sibehê de 22 çete hatin kuştin.

Şerê duh bi şev di çarçoveya operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de destpê kir û li rojhilatê bajêr belav bû, dewam dike.

Li herêma navbera gundên Yasta û Eyn En Nexîl ên bi 3 kîlometreyan li rojhilatê Minbicê ye, di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Di vî şerî de heta niha 22 çete hatine kuştin. 6 çekên kalaşnîkov û 5 hezar fîşekên wê, çekek BKC ên çeteyan ketin destê şervanan.