Li Rojavayê Kobanê pevçûnên dijwar
Hate ragihandin ku li gundê Dugirman ê rojavayê herêma Kobanê pevçûnên giran di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin.

Hate ragihandin ku hêzên YPG’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de îro danê ber êvarê li gundê Dugirman ê rojavayê herêmê li dijî terorîstan çalakiyek li dar xistine. Çalakî heta niha bi hemû dijwariya xwe didome û şervanên YPG’ê aliyekî gund bi dest xwe xistine.
Hate daxuyandin ku çete bi wesayîta bombebarkirî êrîş kirine û beriya ku bigihêje armanca xwe teqiyaye. Her wiha gelek malên gund jî teqandine.
Li gorî agahiyan Şer û pevçûn heta niha bi hemû dijwariya xwe berdewamin.
Hêjayî gotinê ye, gundê Dugirman dema destpêka hewldanên dagirkeriya terorîstên DAIŞ’ê ji herêmê re berxwedaneke bêhempa nîşan da û 4 rojan bê navber li ber xwe dabû.