Li herêma Girê sipî yê navçeya Qilabana Şirnexê duh operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyona ku ji duh de didome pevçûn qewimî. Hate zanîn ku helîkopter li herêmê bombeyan dibarînin.
Li herêma Roboskî ya navçeya Qilebana Şirnexê piştî operasyona duh dest pê kir îro şer û pevçûn rû da. Hate zanîn ku bi sedan leşkerên girêdayî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Bêcuhê li herêma Girê Sipî yê naveya Qilabana Şirnexê derketin operasyonê. Di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîlayên HPG'ê de îro pevçûn derket. Piştî pevçûnê helîkopter bê navber çûn herêmê û çiya dan ber gule û bombeyan. Welatiyan anîn ziman ku helîkopterên Kobra û balafirên F-16 çiya dan ber bombeyan. Hate zanîn ku pevçûn didome.