Li Roboskiyê şer bi dawî bû, operasyon didome

Li Roboskiyê şer bi dawî bû, operasyon didome



Li herêma Girê sipî yê navçeya Qilabana Şirnexê 2 roj berê operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyona ku ji pêr de dest pê kiribû duh pevçûn qewimîbû. Piştî pevçûn bi dawî bû, operasyona li herêmê bi piştgiriya helîkopteran didome.

Li herêma Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê piştî operasyona pêr dest pê kir duh şer û pevçûn rû dabû. Hate zanîn ku bi sedan leşkerên girêdayî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Bêcuhê li herêma Girê Sipî yê naveya Qilebana Şirnexê derketin operasyonê. Di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîlayên HPG'ê de duh pevçûnên gelek dijwar pêk hatin û heta êvarî berdewam kir. Piştî pevçûnê helîkopterên kobra û skorsky, bê navber çûn herêmê û çiya dan ber gule û bombeyan.

Welatiyan anîn ziman ku helîkopterên Kobra û balafirên F-16 çiya dan ber bombeyan. Piştî pevçûna duh bi dawî bû, hate zanîn ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan, da zanin ku piştî pevçûnê operasyonek fireh hate destpêkirin.

Waliyê Şirnexê Vahdettin Ozkan jî da zanîn ku di pevçûnê de leşker nehatine kuştin û dijberî vê yekê gerîlayek HPG'ê jiyana xwe ji dest daye.