BI DÎMEN

Li Rihayê seferberiya piştgiriya bi Ozgur Gundem re

Li navenda Rihayê û navçeyên wê bi armanca piştgiriya bi rojnameya Ozgur Gundem a ku hate girtin û xebatkarên wê hatin binçavkirin, bi hilbijartiyan re mal bi mal, dikan bi dikan geriyan û rojname belav kirin.

Li dijî girtina Rojnameya Ozgur Gundem û derbkirina xebatkarên wê û binçavkirina wan ji aliyê diktatoriya Qesr/AKP’ê ve, bi armanca piştgiriya bi Ozgur Gundemê re li Riha û navçeyên wê rojname hatin belavkirin. Hilbijartiyên HDP’ê û DBP’ê û li gel beşdariya gel belvkariya rojnameyê hate kirin. Hat diyarkirin ku wê gel xwedî li Rojnameya Ozgur Gundemê der bikevin û bigihîjîne her kesê.

Rojnameya Ozgur Gundem a ku li navçeyên Xelfetî, Pirsûs, Wêranşehîr, Serê Kaniyê, Girê Sor û naçeyên navend Curnê Reş û Eyyubiye hatin belavkirin. Tevî ku xebatkarên rojnameyê hatin derbkirin û binçavkirin, dest danîn ser tevahî meteryalan û deriyê wê hate muhrkirin jî îro belvakariya rojnameyê pêk hat, bi vê yekê hat dîtin ku çapemeniya azad nayê bêdeng kirin. Mal bi mal, dikan bi dikan hate gerîn û rojname hate belavkirin.

Gelê ku gihiştin rojnameyê diyar kirin ku wê cih li gel Rojnameya Ozgur Gundem a ku tevî hemû polîtîkayên zextê jî weşana xwe dewam kir bigirin, binî xet kirin ku rastiyê ji Rojnameya Ozgur Gundemê digirin.

Belavkariya rojnameyê ji aliyê hilbijêr û gel ve heta direngiya şevê dewam kir.