BI DÎMEN

Li Riha û navçeyên wê nobedên ji bo Ocalan didomin

Li hemberî polîtîkayên tecrîda di nav tecrîdê de ku li ser Ocalan tê meşandin, nobedên azadiyê yên li Rihayê û navçeyên wê dest pê kirî, dewam dikin.

Piştî ku daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate astengkirin û ji ber polîtîkaya tecrîda girankirî ya ku bi destê AKP/Qesrê tê birêvebirin agahî nema jê tê standin, ji ber fikara li ser rewşa tenduristî, ewlekariyê Nobedên Azadiyê yên ku di serî de li Amedê, Rihayê dest pê kirî, bi biryardarî berdewam dikin. Bi sedan kesên ku tevlî çalakiyên nobedê yên li bajarê Ocalan, Riha Eyyûbiyê, Heweng, Wêranşar, Serêkaniyê, Xelfetî, Pirsûs, Curnê Reş û Sêwerege bûyin, ji Ocalan re azadî xwestin.

Gelê ku li parka li pêş Rêxistina Navçeya HDP’ê ya navçeya Eyyûbiyê ya Navend gihaştin cem hev, xwest ku tecrîdan li ser Ocalan were rakirin û şert û mercên azadiya Ocalan bêne avakirin.

Gelê ku li Parka Azadiyê ya 4’ê Nîsanê ya li navçeya Xelfetiyê gihaştin cem hev tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Wekîlê Rihayê yê HDP’ê Ibrahîm Ayhan, rêveberên navçe û bajêr û yên HDP’ê û BDP’ê yên  Bîracûk, Xelfetiyê, hevserokên şaredariya Xelfetî û endamên şaredariyê, bi sedan kes tevlî nobeda azadiyê bûn. Wekîliyê HPD’ê yê Rihayê Ibrahîm Ayhan li vir ji girseyê re axivî û got, hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê encama polîtîkayên dij Kurd û Kurdistanê ye, bi berdewamî diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e dibêje ku meseleya Kurdan çareser nebe wê mekanîka darbeyê sazkar bibe, di vê derbarê de tim dengê xwe li rayedarên dewletê û hikûmetê kiririye.

OCALAN GOT

Ayhan bi bîr xist ku Ocalan gelek caran diyar kiriye, eger meseleya Kurd neyê çareserkirin, krîz, şer û pevçûneke mezin li pêş Tirkiyê ye û ev pêşdîtinên xwe bi sereqatî anîne zimên û wiha pê de çû, ‘’Rêzdar Ocalan gelek caran diyar kir ku pêvajoya bi mebesta çareserkirina meseleya Kurd dest pê kirî ku were astengkirin, encam jê neyê girtin, her dem dibe ku li Tirkiyê darbe pêk werin. Lê AKP’ê û Qesrê gav bi gav pêvajo qedandin, hevdîtinên li Imraliyê qedandin. Bi vê re li herêmê şerekî pir berfireh û kûr dest pê kir. Heke îro em bi kaosekêre hevrû bûbûn sedema wê ew e ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk nehatiye çareserkirin.’’

Ayhan bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ku kêlî beriya kêliyekê dawî li polîtîkaya tecrîdê were û bi bayê bezê hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin. Ayhan diyar kir, nobedên azadiyê heya ku encamekê bistînini wê berdewam bin.

Bi sedan kesên li ber Rêxistina Navçeyê ya DBP’a Wêranşarê gihaştin cem hev, li dijî tecrîdê ketin Nobeda Azadiyê ya ji bo Ocalan. Wekîla Rihayê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî tevlî çalakiyê bû û xwest ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û şertên azadiyê bêne avakirin.

Di Nobeda Azadiyê de ya li Pirsûsê ku bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk hat, tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Li vê derê hevserokên DBP’a Navçeyê Mehmet Kaplan û Rojda Binîcî hatin binçavkirin. Kaplan û Binîcî bi hênceta pankarta ‘’Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, tendirustiya te tendirustiya me ye’ hatin binçavkirin, vê jî çavnebariya li hemberî Ocalan nîşan da.

Nobedên Azadiyê yên ji bo Ocalan li Sêwerek, Curnê Reş, Heweng, Serêkaniyê jî hatin girtin. Çalakiyên Nobedên Azadiyê di roja 11’an de bi biryardarî didomin, tevlêbûna li çalakiyan her ku diçe zêdetir dibe. 

 

...