BI DÎMEN

Li Riha û navçeyên wê Nobeda Azadiyê

Li navçeyên Riha Eyyûbiye, Xelfetî, Wêranşar, Pirsûs û Hewengê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hatin destpêkirin. Çalakî wê 3 roja dewam bikin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, fikarên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Ji ber vê yekê DBP bi piştgiriya HDP'ê li gelek cihan çalakiyên rûniştinê lidar dixe û balê dikişîne ser mijarê. Riha jî tevlî van çalakiyan bûn. Li navçeyên Eyyûbiye, Xelfetî, Wêranşar, Pirsûs û Heweng ên Rihayê çalakî tên lidarxistin.

'DARBEYA LEŞKERÎ JI DARBEYA SIYASÎ NE DÛR E'

Çalakiya li navçeya Xelfetiyê li Parka Azadiyê ya 4'ê Nîsanê destpê kir û tevî Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevşaredarên Xelfetiyê Mûstafa Bayram û Ayşe Dûrmûş, rêveberên DBP û HDP'ê yên Xelfetî û Bêrecûkê, Nûnerên Genel Îş û Egîtîm-Senê yên Xelfetiyê bi sedan kes beşdar bûn. 

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu da xuyakirin, ku darbeya leşkerî ya niha hat kirin, ji darbeya siyasî ya AKP/Qesrê li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîrana 2015'an kir, ne dûr e.

'ZÎHNIYETA KU REWŞA AWARTE FERZ DIKE, WÊ ÇAWA KARIBE DEMOKRASIYÊ BIPARÊZE?'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan diyar kri, leşkerê payebilind ên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi navê 'endamên cemaetê' ne hatin girtin, hê duh ji ber komkujiyên li bajarên Kurdan kirin, dihatin pîrozkirin.

Dîlek Ocalan bal kişand ser biryara Rewşa Awarte ya ji aliyê desthilatdariyê ve hat dayîn û got, "Pêwîste êdî fêm bikin, demokrasî û Rewşa Awarte li hev nayên. Zîhniyeteke ku Rewşa Awarte ferz dike, gelo wê çawa karibe demokrasiyê biparêze? Hem tu yê Rewşa Awarte ferz bike, hem jî bêjî ez demokrasiyê diparêzin. Ev yek ne rast e û ne hevgirtî ye."

'JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ EM BIHERIKIN QADAN'

Herî dawî Mehmet Ocalan axivî û destnîşan kir, ku divê çalakiyên li dijî tecrîdê bê navber dewam bikin. 

Mehmet Ocalan bal kişand ser qelsiya çalakiyên li dijî tecrîdê û got, "Eger me karîbûna bi têrkerî dest li polîtîkaya tecrîdê werdan, îro wê agahî ji Rêbertî bihata girtin û şert û mercên wî baştir bûya. Di vir de berpirsyariya me hemûyan heye." 

Mehmet Ocalan diyar kir, divê êdî li dijî polîtîkaya tecrîdê qad bên dagrtin û li dijî tecrîdê dengê xwe bilindtir bikin.

Li dû axaftinan, çalakiya rûniştinê dewam kir. Çalakî wê 3 rojan dewam bike.

Navnîşaneke din a Nobeda Azadiyê pêşiya avahiya HDP'ê ya navçeya Eyyûbiyeyê ye.

Çalakiya li vir jî bi beşdariya girseyeke qelebalix pêk tê. Çalakî wê bi dirûşma "Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin û azad bibe" wê her roj saet di navbera 20:00-24:00 de pêk were û heta fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan werin çareserkirin, wê dewam bike.

Li Wêranşarê li Parka Antîn, li Pirsûsê li Meydana Cûmhûriyetê û li Hewengê wê çalakî îro jî dewam bikin.