Li Qilabanê çalakî, li Zapê bombebaran

Li Qilabanê çalakî, li Zapê bombebaran

Gerîlayên HPGê li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî wesayitên rê çêdikirin çalakiyek li dar xistin. Artêşa Tirk herêma Zapê bombebaran kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Qilabana Şirnexê de daxuyanî da.

LI QILABANÊ ÇALAKÎ

HPG-NÇRê da zanîn ku 15’ê Mijdarê di saet 13.30’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li neqeba Sinehtê li dijî 2 dozerên artêşa “dagirker” a tirk ên rê çêdikirin ji aliyê gerîlayan ve hatine lêdan û di encama vê çalakiyê de dozerek hatiye rûxandin, dozerek jî derbe xwariye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

HPG-NÇRê aşkere kir ku 15’ê Mijdarê di navbera saet 22.00-22.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş, Gundê Bêtkarê û Geliyê Ava Zapê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.